Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya bavê Rêveberê Navenda Lêkolînên Fransa-Iraqê Dr. Adil Baxewan sersaxî ji wî re xwest.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya ji bo Adil Baxewan de, ev daxuyanî da:
"Ez ji bo wefata bavê te sersaxiyê dixwazim û xemgîniya te parve dikim. Xwedê cihê bihuştê bide wî û sebrê bide te û malbata te."





