Îran dê pêşniyazeke nû ya nukleerî pêşkêşî Amerîkayê bike

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku Îran dê di demeke nêzîk de bi navbeynkariya Omanê pêşniyareke nû ya “maqûl û hevseng” ji bo rêkeftineke nukleerî pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bike.
Ev gav wekî bersivekê ye ji bo pêşniyara Amerîkî ya dawiya Gulanê, ku ji aliyê Tehranê ve wekî “neqebûlkirî” hat binavkirin.
Bekayî diyar kir ku pêşniyar armanc dike feydeyên aborî ji Îranê re misoger bike û têkiliyên bankayî û bazirganî vegerîne rewşa normal a berî sizayan.
Wî her weha bang li civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê, dijmina demdirêj a Îranê, neçar bike ji çekên nukleerî bêpar bimîne, ku li gorî Îranê hewl dide danûstandinan asteng bike.
Hîn dîrokek zelal ji bo gera nû ya danûstandinên nukleerî di navbera Tehran û Washingtonê de nehatine diyarkirin.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.





