Sûriye dê di çend hefteyan de li sîstema SHIFTê vegere

PeyamaKurd – Serokê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdulkadîr Xusreh îro Duşemê ji rojnameya Financial Timesê re ragihand ku Sûriye dê di çend hefteyên bê de, piştî zêdetirî deh salên cezayan, bi tevahî vegere sîstema dravdana navneteweyî ya SWIFTê (Civaka ji bo Têkiliyên Darayî yên Navneteweyî yên Cîhanî).
Xusreh diyar kir, “Armanca me ew e ku welat bibe navendeke darayî, bi piştgiriya veberhênana rasterast a biyanî ji bo ji nû ve avakirin û pêşxistina binesaziyê. Her çend pêşketinên girîng hatine bidestxistin jî, hêj gelek kar heye ku were kirin.”
Li gorî Financial Timesê, ev gav “qonaxeke sereke ye di lîberalîzekirina aboriya Sûriyeyê de ji aliyê rêveberiya nû ve.”
Ev her weha nîşanek e ku rayedarên nû, piştî rakirina cezayan ji aliyê Amerîkayê ve meha borî, bi lez hewl didin bazirganî û veberhênana navneteweyî bikişînin.
Di heman demê de, piştî girtina 6 mehan, Borsaya Şamê vê dawiyê ji nû ve dest bi bazirganiyê kir.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.





