Zîndana Sinopê ya dîrokî niha bûye ciyê geştiyaran

Zîndana Sinopê ya dîrokî niha bûye ciyê geştiyaran

PeyamaKurd – Zîndana bajarê Sinopê ku dikeve ber peravên Derya Reş, niha kirine muzexane û gelek geştiyar diçin seredana wê.

Zîndana Sinopê, gelek dîrokiye û berê ji Kurdistanê gelek zîndaniyên cezayên wan giran yên ji rêzê û siyasî di wê zîndanê de mane.

Dewletê zîndanê tehliye kiriye û navê wê kiriye ‘Zîdana Dîrokî û Muzexane ya Sinopê’. Dewletê piştî avahiya dîrokî nûh kir, ew kiriye ciyê geştiyariyan. Zîndan gelek bala geştiyaran dikşîne û îsal tenê di Cejna Qurbanê de 8 hezar geştiyar seredana zîndanê kirine.

Zîndan li ser 13 hezar m2 yî ava bûye û îsal bo ziyaretê hat vekirin. Pêşengeha wê li dora 3.500 m2 ye. Di ciyê pêşengehê de qawîşên zîndanê yên zîndanî tê de diman û beşên din hene.

Kesên temenên wan ji 65 salan zêdetir û zarokên ji 18 salan biçûktir dikarin bê pere bidin seredana zîndana dîrokî bikin.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.