Ukrayna û Rûsyayê dîlên şer ên di bin 25 saliyê de bi hev guhertin

PeyamaKurd- Ukrayna û Rûsyayê dîlên di bin 25 salî de bi hev guhertin. Di çarçoveya peymana ku 2yê Hezîranê li Stenbolê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatibû girêdan, yekemîn guhertina dîlên şer yên di bin 25 saliyê de pêk hat.
Bi pevguhertinê re hin leşker vegeriyan malên xwe, di demeke danûstandinên agirbestê têne kirin, wekî gaveke girîn bo herdu welatan tê nirxandin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, guhertina dîlan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de piştrast kir û got: "Yên me li malên xwe ne. Ukraynayî ji dîlîtiya Rûsyayê vedigerin malên xwe. Guhertin îro dest pê kir û dê di rojên pêş de çend qonaxên din jî hebin.”
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hat diyarkirin, di çarçoveya peymana li Stenbolê de, yekem koma leşkerên Rûsî yên di bin 25 saliyê de hatine vegerandin û heman hejmara leşkerên Ukraynî jî vegeriyane Ukraynayê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Leşkerên Rûsî niha li ser axa Belarusê ne û alîkariya psîkolojîk û bijîşkî ya pêwîst ji wan re tê dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya û Ukraynayê derbarê hejmara leşkerên hatine pevguhertin de hejmareke zelal nedan.
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




