Hakan Fîdan bi hevpîşeyên xwe yên Misrî û Urdunî re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan rewşa dawî ya li Xezzeyê û hewldanên ji bo pêkanîna agirbestê bi hevpîşeyên xwe yên Misrî û Urdunî re nîqaş kir.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê hatine wergirtin, Fîdan bi Wezîrê Derve yê Misrê Bedir Ebdulatî û Wezîrê Derve yê Urdunî Eymen Sefadî re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinan de rewşa dawî ya li Xezzeyê û hewldanên ji bo pêkanîna agirbestê hatin nirxandin.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




