Şerê çekdarî li Mêrdînê: Mirî û birîndar hene

Şerê çekdarî li Mêrdînê: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li navçeya Artuklu ya navenda Mêrdînê di navbera du malbatan de şerekî çekdarî derket, kesek canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu (AA), li Taxa Kabalayê nîqaşek di navbera du malbatan de ji ber sedemek nediyar veguherî şerê çekdarî.

Di şer de kesekî canê xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê 112 tîmên Tenduristiyê yên Lezgîn û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.