Portekîz bû şampiyonê Lîga Neteweyan a UEFAyê

PeyamaKurd – Portekîz di fînala Lîga Neteweyan a UEFAyê de, piştî ku dema asayî û zêdekirin 2-2 bi dawî bûn, bi penaltiyan 5-3 Spanyayê têk bir û bû şampiyon.
Di fînala Lîga Neteweyan a UEFAyê de, li Allianz Arena ya bajarê Munîhê yê Almanyayê, Spanya û Portekîz hatin hemberî hev.
Spanya bi gola Zubîmendî di xuleka 22an a maçê de ku ji hêla hakemê Swîsrî Sandro Scharer ve dihat birêvebirin, 1-0 ket pêş. Portekîzê di xuleka 26an de bi gola Mendes encam wekhev kir 1-1. Spanya bi gola Oyarzabal di xuleka 45an de bi 2-1 ket pêş. Ronaldo di xuleka 61emîn de derket ser dikê û gola ku encam kir 2-2 avêt.
Ji ber ku di periyoda mayî de tu gol neavêtin, maç çû dema zêdekirinê. Ji ber ku di van beşan de jî skorên wekhev bûn, maç çû ser avêtina penaltiyan.
Portekîzê, piştî ku di penaltiyan de Spanyayê bi 5-3 têk bir, cara duyemîn Kûpaya Lîga Neteweyan qezenc kir.
Portekîzê berê ev kûpa di sala 2019an de biribû mûzexaneya xwe.





