Kûpaya Iraqê: Dihoksporê Zaxospor têk bir û bû şampiyon

Kûpaya Iraqê: Dihoksporê Zaxospor têk bir û bû şampiyon

PeyamaKurd – Di maça Kûpaya Iraqê ya di navbera Zaxospor û Dihoksporê de, Dihokspor bi ser ket. Wekî şampiyon, Dihoksporê kûpa qezenc kir.

Tîmên Dihok û Zaxoyê, Şemiyê 12ê Tîrmehê di la Kûpaya Iraqê de Şurrta û Quwa El Cewiye têk birin.

Her du tîmên herêma Kurdistanê cara yekem gihîştin fînala Kûpaya Futbolê ya Iraqê.

Duh êvarê li paytexta Iraqê, Bexdayê, herdu tîm rûbirûyê hev bûn.

Her çiqas wextê maçê hat dirêjkirin jî di maçê de gol nehatin avêtin.

Maç bi penaltiyan çû û Dihoksporê bi 5-3 bi ser ket.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.