Duhok û Zaxo îro ji bo Kûpaya Iraqê dilîzin: Wê kîjan bi ser bikeve?

Duhok û Zaxo îro ji bo Kûpaya Iraqê dilîzin: Wê kîjan bi ser bikeve?

PeyamaKurd- Tîmên futbolê yên Zaxo û Duhokê cara yekem îro 18ê Tîrmehê di fîna kûpaya Iraqê de têne pêşberî hev.

Maç Zaxo-Duhokê ya fînala kûpaya Iraqê, îro li Stadyuma Şebê ya Bexdayê li demjimêr 20:00 dest pê dike.

Her du tîmên Kurdistanê piştî rêwîtiyeke serkeftî gihîştine maça dawî ya fînalê ku cara yekem e di dîroka Iraqê de, her du fînalîst jî ji Herêma Kurdistanê di pêşbirka kûpayê de têne pêşberî hev.

Tîma Duhokê ku şampiyona Kûpaya Kendavê ye cara yekem e digihîje fînala Kûpaya Iraqê û dixwaze kûpayê bibe mala xwe.

Herwiha tîma Zaxo jî dixwaze di vê rikeberiyê de zora Duhokê bibe û kûpayê bi dest bixe.

Stadyuma Şebê ya Bexdayê ku wê şahidiya vê maça dîrokî bike îşev wê bi rengên sor û spî yên Zaxoyê û zer û şîn ên Duhokê bê xemilandin.

Hêjayî gotinê ye, alîgirên ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê ji bo piştgiriya tîmên futbolê yên Zaxo û Duhokê li Bexdayê ne ku dê vê pêşbirka bi kelecan ji nêzîk ve bişopînin.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.