Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî: Astengiyên li pêş hinardeya petrolê li nêzîk çareser dibin

PeyamaKurd- Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihand, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya hinardekirina petrolê wê di demek nêzîk de werin çareserkirin.
Wezîreta Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê kir.
Piştî civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin, di civînekê de ku hejmarek berpirsên wezaretê beşdar bûn, konsulê Çînê rêbaza çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û amadebûna welatê xwe ji bo piştgiriya van gavan anî ziman.
Hate diyarkirin, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bal kişand ser çareserkirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û got, "Di demek nêzîk de dê werin çareserkirin".
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî veberhênan, xebat, proje û çalakiyên Çînê li Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




