Ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge biryarên girîng hatin dayîn

Ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge biryarên girîng hatin dayîn

PeyamaKurd-  Bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 15ê Îlonê roja Duşemê ligel Wezareta Pêşmerge civîneke taybet li ser çaksaziyan li dar xist û hejmarek biryarên girîng hatin dayîn.

Yek ji biryarên sereke yekxistina hemû yekeyên jimarî yên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ye. Di civînê de bang li hikûmeta federal a Iraqê hat kirin ku mûçe û mafên darayî yên Pêşmerge wekî yên artêşa Iraqê wekhev bike.

Civîna taybet li ser şopandina gavên yekxistina Hêzên Pêşmerge û çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de hate kirin.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li pêşketinên ku heta niha di proseyê de hatine bidestxistin kir û tekezî li ser pêwîstiya temamkirin û serxistina proseyê kir. Ji bo lezkirina reforman, çend biryarên girîng hatin dayîn:

-Yekxistina Yekeyên Jimarî: Biryar hat dayîn ku hemû pêkhateyên Hêzên Pêşmerge tenê xwedî yek yekeya jimarî bin. Ev yeke dê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de be û ji aliyê jimarî û darayî ve di bin çavdêriya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar bike.

-Ji nû ve Rêkxistina Hêzan: Biryar hat dayîn ku pêkhate û awayê dabeşbûna Hêzên Pêşmerge ji nû ve bêne rêkxistin, bi awayekî ku li gorî çaksaziyên hikûmetê be.

Mijareke din a civînê, hêsankirina karûbarên xanenişînkirina Hêzên Pêşmerge bû. Serokwezîr Barzanî aliyên peywendîdar raspardin ku lezê di cîbicîkirina karûbaran de bikin û tekez kir ku nabe pirsgirêkên yasayî û teknîkî bibin asteng li pêşiya dayîna mûçe û mafên wan.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.