Erdoğan li Qatarê bi rayedarên Qatar, Erebistan, Somali Iraq û Sûriyê re hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li welatê Qatarê tevlî Rêxistina Hevkariya Ereb û Lîga Ereb bû. Erdoğan bi rayedarên Qatar, Erebistana Saûdî, Iraq, Somalî, Sûriyê re hevdîtinan kir û di her hevdîtinê de beha Xezzayê û givaşa ser Xezayê kir.
Di civînê de Erdoğan behsa êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê kir û got:
“Em zanim derfetên me hene ku em ber li êrîşên Îsraîlê bigrin. Pêwiste di hinek sehayan de em bigihên asta ku em têra xwe bikin.”
Erdoğan, bi welîehdê Erebistana Saûdiyê bi Muhammed Bin Selman re li ser mijarên têkiliyên dualî, herêmê û mijarên kureyî axifî. Behsa rewşa Xezzayê û alîkariya mirovî ya pêwistiya li Xezzayê kir.
Yek ji lîderên Erdoğan pê re axifî serokkomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd bû. Bi Hesen Şêx Mehmûd re heman babetan û zêdekirina givaşên ser Îsraîlê axifî.
Bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sudani re behsa hevkariya di têkoşîna li hemberê terorê, hevkariya enerjiyê û xwurtkirina têkiliyan û hem li ser Proja Rêya Geşepêdanê û li ser pêşdebirina wê axifîn.
Erdoğan, di hevdîtina bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re li ser têkiliyên dualî, pirsgirêkên herêmî û li ser yekîtiya pêkhateyên li Sûriyê axifîn. Erdoğan behsa girîngiya tevlîbûna Şara ya civîna Neteweyên Yekgirtî û bicîhanîna peymana 10ê Adarê ya bi HSDê re hatibû îmza kirin kir ku Şara pêkhateyan bide ber çav û peymanê bicîh bîne.
Bi Erdoğan re wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û serokê MİTê İbrahim Kalın hebûn.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




