Kelacî: Ji bo vegera Efrîniyan divê Peymana 10ê Adarê bikeve meriyetê

Kelacî: Ji bo vegera Efrîniyan divê Peymana 10ê Adarê bikeve meriyetê

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Sûrî, Mistefa Kelacî, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê kir ku ji bo misogerkirina vegera ewle ya Kurdên ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, komîteyên hevbeş ava bikin û bi lez gavên pratîkî biavêjin.

Îro, roja Duşemê, Kelacî di daxuyaniyekê de tekez kir ku çareserî di çarçoveya peymana 10ê Adarê de ye, ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin. Wî got, "Efrîn ne bajarekî li derveyî Sûriyeyê ye, ew bi her awayî beşek ji Sûriyeyê ye. Peymana 10ê Adarê pêşketineke giring e û divê wek peymanên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were cîbicîkirin."

Kelacî bal kişand ser giringiya avêtina gavên berbiçav û bidûrketina ji nîqaşên bêencam. Wî got, "Niha tiştê ku pêwîst e gavên pratîkî ne. Axaftin, retorîk û nîqaşên bêdawî êdî kar nakin. Ya giring ew e ku li ser erdê peymanek me heye û divê em wê bi cih bînin."

Siyasetmedarê Sûrî bi taybetî amaje bi xala 5emîn a peymanê kir û weha domand: "Xala 5emîn a peymana 10ê Adarê bi awayekî zelal vegera kesên ku bi zorê hatine koçberkirin garantî dike. Gelê Efrînê jî di nav van koçberan de ye, mîna gelek kesên din ên ku ji deverên cuda yên Sûriyeyê hatine derxistin. Ji ber vê yekê, divê em ber bi pêkanîna pratîkî ya vê xalê ve biçin."

Kelacî di dawiyê de tekez kir ku hewldanên wan ji bo piştgirîkirina peymanê û teşwîqkirina her du aliyan ji bo pêbendbûna bi erkên xwe dê berdewam bin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.