Hêzên Îranê li bajarê Seqizê Kurdekî kuştin û 3 Kurdan jî birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên Îranê li bajarê Seqizê ji ber madena zêrî protesto kirin, Kurdê bi navê Muhammed Raşidi kuştin û 3 Kurdên din birîndar kirin. Sedema bûyerê tenê ji ber ku li dijî bernama madena zêr ya “Kolkole” derketine,
Her sê Kurdên ku birîndar kirine; Muhammed Emin Raşidi, Ramyar Raşidi û Hemin Raşidi ne. Her sê Kurd jî giran birîndar bûne û deweletê telefonên deverê jî birîne.
Kuştina Muhammed Raşidî îro piştî nîvro li gundê Pîr Omran bûye û her sê kesên birîndar jî tev mirovên hev in. Li gor ragihandina Hengawê, cenazê Raşidi birinene xweşxana bajarê Banê û birîndaran derman dikin lê rewşa wan baş nîne.
Çavkaniya ku agahiyan daye ragihandiye ku hêzên dewletê telefonên deverê birîne ji ber ditirsin ku li bajarê Banê çalakiyên mezin biqewimin.
Nexweşxana li Banê ya bi navê Salah al-Din Eyyubi ji aliyê hêzên dewletê de hatiye dorpêçkirin û nahêlin kes xwe bigihîne birîndaran.
Xelkê deverê li dijî bernama zêr ya bi navê Kolkolehê dertê, protesto dikin û gelek caran daxwaz kirine ku dev ji bernamê berdin ji ber zerara tenduristiyê dide xelkê û hem xwezayê gemarî dike. Eger bi siyanurê li zêr bigerin ew hêjî xerabtire.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




