Rêya trênê ya Malatya-Gölbaşı-Narlı-Nurdağı car din vebû

PeyamaKurd – Di erdheja 6ê Sibatê de rêya hesin ya xetta Malatya-Gölbaşı-Narlı-Nurdağı zerarê dîbû û nema dixebitî. Lê piştî bi miqdarê 23,8 milyar lireyê Tirkiye mesref lê hat kirin, rêya trênê car din vebû. Sefera ewilî di ser rêya trênê de hat kirin ku di desteka lojîstîk de girîngiya rêya hesin gelek heye.
Rêya hesin ya navborî 235 km ye. Piştî ev rê xesarê dîbû, wekî alternatîf rêya hesin ya Malatya-Sivas-Kayseri-İskenderun dihat bikaranîn ku rêyekî gelek dûr bû.
Xeta trênê ya navborî seet di 18.30an de sefera ewilî li serê kirin heya Îskenderûnê.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




