Kobanî | 11 sal bi ser êrîş û dagerikeriya DAIŞê de derbas bûn

Kobanî | 11 sal bi ser êrîş û dagerikeriya DAIŞê de derbas bûn

PeyamaKurd- Rêxistina terorîst DAIŞê 11 sal berê wekî îro êrîşî ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir û bi qasî 500 hezar welatî koçber bûn.

Çekdarên terorîst ên DAIŞê gundewarê bajêr û piraniya taxên wê kontrol kirin û wêraniyeke mezin li pêy xwe hiştin.

Li Rojavayê Kurdistanê şervanan berxwedaneke mezin li hemberî çekdaran nîşan da û herî dawî jî bi fermana Serok Mesûd Barzanî, Perlamena Kurdistanê biryara şandina Pêşmergeyan bo Kobaniyê da.

29ê Cotmeha 2014an Pêşmerge derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û 31ê heman mehê derbasî bajarê Kobanî bûn û li gel şervanên Kurd şerê DAIŞê kirin.

Bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, hêzên Kurdî piştî 134 rojan ji şerê berdewam, roja 26ê Çileya 2015an bajêr ji DAIŞê rizgar kir.

Piştî 11 salan ji şikandina DAIŞê li Kobaniyê, hê jî gefa DAIŞê li ser herêmê dewam dike.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.