Li Bexdayê şer derket: Efserekî payebilind hate kuştin

Li Bexdayê şer derket: Efserekî payebilind hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li navçeya Elawî ya li navenda Bexdayê, şer di navbera du aliyên hêzên iraqî yên nenas de qewimî.

Li gorî zanyariyan li paytexta Iraqê Bexdayê şer û pevçûn bi çekên navîn derket û di encama wî şerî de çend kes hatin kuştin û birîndar kirin ku yek ji wan kuştiyan efserekî payebilin e.

Heta niha sedema şer nehatiye zanîn, lê yek ji aliyan wesayîta Wezareta Berevaniyê ya Iraqê pê re bû.

Hate zanîn ku di wî şerî de çekên navîn hatine bikar anîn û ji ber wê sedemê kesekî sivîl hatiye kuştin, herwiha 2 efserên polîsên Dadweriyê ku yek ji wan pileya wî di jor re bûye li gel karmendekî fîrqeya taybet a artêşa Iraqê û kesekî din jî ku sivîle birîndar bûne. Herwiha ji aliyê hember wan jî kesek birîndar bûye.

Li gorî medyaya Iraqê piştî wî şerî, hêzên ewlekariyê birîndar li nexwaşxaneyê desteser kirine û 4 kes jî hatine girtin. Beriya niha jî di navbera milîsên Heşdî Şeibî û hinek aliyên artêşa Iraqê de şer û pevçûn derketibûn.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.