Gulaşgirê navdar yê Amerîkayê Hulk Hogan di 71 saliya xwe de mir

PeyamaKurd – Yek ji navdarên gulaşgirên DYAyê yê bi navê Hulk Hogan, di 71 saliya xwe de wefat kir. Hezkiroxên wî gelek ber dikevin û xemgîn bûn.
Hat ragihandin ku gulaşgirê 71 salî Hogan, bi sedema rawestina dilî di wexta sibê de wefat kiriye,
Hevjîna Hulk Hogan, Sky Hulk, berya çend hefteyan ji ber gotinên ku dihatin gotin Hogan diber sekeratê de ye, ragihandibû ku zilamê wê di ber sekeratê de nîne û piştî emeliyatên dilî rewşa wî baş e.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




