Seha mozayîkî ya Maraşê xistin bin parastinê

Seha mozayîkî ya Maraşê xistin bin parastinê

PeyamaKurd – Rêvebiriya çandê û geştiyariyê yê bajarê Maraşê li navça Dulkadiroğlu, di wexta şaredarî di seha avahiyên bingehîn dixebitîn, molozan xistin ser seha mozayîkî. Ji bo sehayê biparêzin, sehayê xistin bin parastinê.

Rêvebiriya bajer ya çandê û geştiyariyê bi nivîskî ragihand ku li taxa Bağlarbaşıyê di wexta xebatê de, sehayekî mozayîkî dîtine, bi belgeyên erkeolojîk û teknîkî xistine binê qeydiyan. Daxwuyanî wehaye:

“Tîmên pispor heyiya çandî tesbît kirine, hatiye belgekirin û wênekirin. Ji bo ji ber bandora hawirdoriyê biparêzin, bi alavên jeotekstil û qûma hûr hatiye niximandin û ketiye bin parastinê. Ti kes beton, asfalt û alavên weha nexistiye ser sehayê.”

Ev nivîs 8 car hatiye xwendin.