Polonya, kirîna 32 helîkopterên Black Hawkê yên ji Amerîkayê da sekinandin

PeyamaKurd – Polonya berê sîparîşa 32 helîkopterên S-70i Black Hawk dabû. Lê niha cîgirê wezîrê berevaniya Polonyayê Bejda ragihand ku pêvajoya kirîna helîkopteran rawestandine, biryarê bi sedema rewşa niha ya jeopolitik dane û wê giraniya xwe bidin ser perwerdê û helîkopterên neqliya barên giran.
Weşana giştî ya Polonyayê TVP World, xeberê belav kir û got ku cîgirê wezîrê bervaniyê Pawel Bejda û serokerkanê Polonyayê Wieslaw Kukula li ser mijarê civîna çapemeniyê li dar xistine.
Bejda, ragihandiye ku pêvajoya kirîna an hilberîna helîkopterên Black Hawkan dane rawestandin, pêvajo di wexta hukumeta berê de hatiye destpêkirin û negihane biryara dawiyê. Bejda gotiye:
“Me ti peymanekî fesx nekiriye û me pêvajoya kirîna helîkopterên S-70i Black Hawk girt. Ev biryar li ser rewşa heyî ya jeopolitik û meşa şerê li Ûkraynayêye. Peymana ku nehatiye îmzakirin, tu nikarî betal bikî. Biryar tenê li ser kîjan pêdiviya me berya kîjan pêdiviyêye, hatiye sitendin.”
Helîkopterên navborî, wê di tesîsên li Polonyayê de bihatina hilberîn.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




