Îranê li ser qedexekirina çûna welatiyên xwe ya Amerîkayê daxuyanî da

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Karûbarên Derve yê Îranê got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cara duyemîn qedexeya hatina welatiyên Misilman bo nav Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide û ev yek wekî siyaseteke nijadperest bi nav kir.
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Derve yê Îranê Elî Riza Haşimî, îro roja Şemiyê got,
“Biryara Amerîkayê delîlekr eşkere ye ku meylên serdestî û nijadperestiyê di nav siyasetmedarên Amerîkî de serdest in.”
Tehranê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şermezar kir û got ku divê ew şerm bike ji ber ku hemû 12 welatên ku qedexe li ser wan hatiye danîn Misilman in, ev jî nîşana nijadperestiya rêveberiya Amerîkayê ye.
Wî di daxuyaniyekê de got,
“Biryara qedexekirina ketina welatiyên Îranî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tenê ji ber ol û etnîsîteya wan ne tenê nîşana dijminatiyeke kûr a li hember gelê Îranî û Misilman e, lê di heman demê de binpêkirina qanûnên navneteweyî ye jî.”
Trump roja Çarşemê biryar da ku qedexeya hatina welatiyên 12 welatan bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ferz bike, ku biryar e roja Duşemê bikeve meriyetê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ev gav ji bo ewlehiya welatê xwe bi nav kir û diyar kir, “Ez naxwazim li Amerîkayê tu kiryarên terorîstî pêk werin.”
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.