Li Meksîkayê balafirekî biçûk ket: 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li başûrê Meksîkayê balafirekî biçûk ket û di encamê de 3 kes mirin. Li gor ragihandina wezareta çandiniyê ya Meksîkayê; balafira biçûk ya ku dermanê çandiniyê direşand ser mêşan da sterîlîzasyon bike, balafira ku bi kartanîn li ser sînorê Guatemalayê li eyaleta Chiapasê li bajarê Tapachulayê ket.
Di balafirê de endazyarê çandiniyê û 2 pîlotên Guatemalayî jiyana xwe ji dest dan. Sedema qezayê nehat zanîn an agahî nehat parvekirin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.