Rûsya êrîşê Harkivê kir: 1 mirî û 40 birîndar hene

Rûsya êrîşê Harkivê kir: 1 mirî û 40 birîndar hene

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê ji hewa de êrîşê Harkivê kir û di encamê de kesekî mir û 40 kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê serokê Ûkraynayê Zelenskiy de di ser hesabê Telegramê de hat kirin.

Êrîş, nêzî parka trênê hat kirin û hedefên sîvîl hatin bombekirin. Zelenskiy, got ku Rûsya êrîşa terorî kiriye ser Ûkraynayê. Zelenskiy got:

“Nabe em vê kiryarê nebînin û piştguh bikin. Ev ne leystike. Rûsya texmîn dike ku parêzbendiya wî heye û em her roj mirovên xwe wenda dikin.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.