HSDyê ji nû ve dest bi şandina petrol û gazê ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê kir

HSDyê ji nû ve dest bi şandina petrol û gazê ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD),  li gorî peymana Adara 2025an, sewqiyata rojane ya 10,000-15,000 bermîl petrol û 1 mîlyon metrekup gaza xwezayî ji Dêra Zor û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bo rafînerî û santralên hikûmetê ji nû ve da destpêkirin.

Hat ragihandin ku hilberîn petrolê ya li Rojavayê Kurdistanê nêzî 75,000 bermîlan e. 

Li gorî rêkeftinê, HSD rojane 10,000-15,000 bermîl petrola xav ji zeviyên Dêra Zor û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bo rafîneriyên Hums û Banyasê, û her wiha zêdetirî 1 milyon metrekup gaza xwezayî ji Hesekê bo santrala elektrîkê ya Reyan a nêzîkî Humsê dê bişîne.

 

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.