Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 40 ajokarên kamyonan hatin binçavkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 40 ajokarên kamyonan hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên rejîma Îranê di nava 16 rojên greva giştî ya ajokarên barhilgir û kamyonan ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, 40 kes bêyî fermana dadweriyê bêsedem binçav kirine.

Hate diyarkirin ku ajokarên barhilgiran ji bo protestokirina kêmkirina kotaya mazotê, zêdebûna lêçûnên sîgorteyê, nirxê kêm yê barhilgiran, zêdebûna lêçûnên mesrefa wesayîtan û nebûna ewlehiya baş, dest bi xwepêşandan û mangirtina giştî kirin.

Rêxistinê da zanîn ku şofêr heta ku daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Pezeşkiyan ve neyên bicihanîn, greva xwe dê bidomînin, lê hikûmetê tevî 16 roj derbas bûne jî bersiva daxwazên wan nedaye.

Hêjayî gotinêye ku çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên Îranê bang li welatiyan û hemû beşên din ên civakê dikin ku piştgiriyê bidin daxwazên ajokarên grevê. Piştî binçavkirina 40 ajokaran hemjara binçavkiriyan gihîşt 51 kesan.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.