Çiyayê agirî (volkanîk) yê Fuego teqiya: 700 kes hatin tehliyekirin

Çiyayê agirî (volkanîk) yê Fuego teqiya: 700 kes hatin tehliyekirin

PeyamaKurd – Li welatê Guatemala Çiyayê Fuego ku çiyakî volkanîke teqiya û ji bo xelkê der û dora çiya ji teqînê zerarê nebînin, ji bo tedbire ji 700 kesan zêdetir mirovan tehliye kirin. Çiya bi metreyan xwelî û alavê firûriya der û dora xwe. Ji çiya lav diherike jêr.

Dûmana ku ji çiya bilind dibe gihaye dora 5 km yan. Ajansa Sismolojiyê INSIVUMEH, ragihand ku çiya ji navenda bajêr 18 km dûre û ji devê kratera çiya lav bi qederê 1,2 km herikiye.

Bilindahiya çiya ji deryayê 3,763  metreye.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.