Trump û Elon Musk bi hev ketin: Gef li hevdu xwarin!

PeyamaKurd- Piştî ku di navbera Donald Turmp û Elon Musk de rageşî zêde bû, nirxê şîrketa Teslayê nêzî 152 milyar dolar kêm bû. Her wiha tê tehmînkirin ku sermiyana Musk nêzî milyar dolar li kêmê daye. Elon Musk da zanîn ku ew ê kapsula Crew Dragon ku SpaceX û NASA bi hev re bi kar tînin, betal bike.Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hevdîtina li gel şansolyeyê Almanyayê Friedrich Merz a li Koşka Spî de axivî û rexneyên tund li Elon Musk kirin.
Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê ji bo Musk îfadeya “dîn bûye” bi kar anî û ragihand ku piştî biryarên neyînî yên têkildarî wesayitên bi elektrîk mîsyona Musk a budçeyê bi dawî kiriye. Trump got: “Ji bo teserifa bi milyar dolaran rêya herî baş betalkirina teşwîqên dewletê û peymanên Tesla û SpaceX’ê ne.”
Xwediyê şîrketa Teslayê Elon Musk jî li hemberî vê yekê Trump bi “nankoriyê” sûcdar kir û îdia kir ku di hilbijartinên serokatiyê de Trump bi piştevaniya wî hatiye hilbijartin û got Trump di ‘Dosyaya Epstein’ de cih digire û li ser X’ê îfadeyên “Wê rastî aşkera bibin” bi kar anîn.
Ev rageşî bûn sedem ku nirxê pîyaseyê yê şîrketa Teslayê di nava rojekê de nêzî 152 milyar dolar kêm bibe Her wiha tê texmînkirin ku ji ber van nîqaşên di navbera Trump û Musk de 34 milyar dolar sermiyana Musk kêm bûye. Ev hesab roja Înê ji aliyê ajansa nûçeyên fînansê Bloombergê ve hate kirin.
Herwiha Elon Musk da zanîn ku ew ê kapsula Crew Dragon ku SpaceX û NASA’yê bi hev re bi kar dianîn, betal bike. Ev kapsul di guhastina astronotan a ji bo Stasyona Fezayê ya Navneteweyî de xwedî roleke mezin bû. Ev hemleya Musk dibe ku veguhastina DYA’yê ya fezayê bi valahiyeke mezin re rû bi rû bihêle. Her wiha Crew Dragon a niha tekane wesayita guhastina fezayê ya DYA’yê ye ku ji aliyê NASA’yê ve hatiye erêkirin.
Tê payîn ku NASA wek alternatîf berê xwe bide projeya Starliner a Boeingê. Lê belê ew proje gelek dereng ma û di ceribandina xwe ya dawîn de bi ser neket.
Her wiha Elon Musk piştî vê rageşiya tund li medyaya dijîtal X’ê pirsa “Ma li DYA’yê dema avakirina partiyeke siyasî ya nû nehatiye?” kir ku dibe di qada siyasetê de pêngaveke nû biavêje.
Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.




