Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama cejna Qurbanê belav kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama cejna Qurbanê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê belav kir lê ji ber şerê Bexdayê yê aboriyê bi Herêma Kurdistanê re, di peyama xwe de behsa zilma Bexdayê ku li Herêma Kurdistanê û karmendên wê dike jî bi firehî xist nava peyama xwe. Serok Barzanî got:

“Ti ferq di navbera komkujiyê û siyaseta komkî ya birsê (birçîkirinê) de tine (nîne).”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya cejnê de got:

“Birîna mehaneyên karmendên Kurdistanê (maaş), siyaseta komkî ya birsê ku li hemberê xelkê Herêma Kurdistanê tê meşandin, ferqa wê ji ya rejima berê ku êrîşên Enfalê dikir, bombebarana kîmyewî dikir û komkujiyê dikir, ti ferqa wê tine.

Lê îrada xelkê Kurdistanê ji her cûre zilmê, kuştinê û Enfalê xwurttire û bilindtir e.”

Baregeha (Ofîsa) Barzanî peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî weşand û tê de behsa mijarên mehaneyan û zilma Bexdayê kir. Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Xelkê Kurdistanê li hemberê her cûre zorê û zilmê berxwedanê kiriye, têkoşiyaye, li hemberê sûcdar û êrîşkeran biserketiye û poşmanî her wext para zilmkaran bûye.”

Serok Barzanî di peyama xwe de weha dewam kir:

“Bi munasebeta hatina cejna Qurbanê ez cejna temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Bi taybetî ya malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û ya hemwelatiyên Kurdistanê yên bi qedr û bi qiymet pîroz dikim.

Bi vê munasebeta pîroz, ez minnetdarim bo her ferdê ku diberxwe dide, sebatê dike û bi serbilindî tewrê xwe nîşan dide.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku bo Kurdistanê û Iraqê xêr û hûzûr, bo herêma me û bo temamê dinyayê aştiyê û îstîqrarê bexş bike.

Cejna we ya Qurbanê pîroz be.”

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.