YEyê 175 milyon Euro ji bo piştevaniya Sûriyê terxan kir

PeyamaKurd- Komîsera Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Karûbarên Welatên Deryaya Spî Dopravka Şiwîtza ragihand ku YEyê 175 milyon Euro ji bo piştevaniya xelkê Sûriyê terxan kiriye.
Berpirsa YEyê di civîneke rojnamevanî ya hevbeş li gel Wezîrê Derve yê hikûmeta veguhêz a Sûrîyê Esad Şeybanî de, li Şamê ragihand ku ev alîkarî dê sektorên xwendin, tenduristî, teknolojî, çandinî û piştevaniya mafên mirovan li xwe bigre.
Komîsera Yekîtiya Ewropayê bang li hikûmeta Şamê kir ku ewlehî û aramiya naxwe û herêmî biparêze û piştevaniya vegera dildarî ya penaberan bike.
Derbarê dubare avakirina Sûriyê de jî Şiwîtza got ku pêwîstiya vê doseyê bi demeke dirêj heye.
Hêjayî gotinê ye, serdana Dopravka Şiwîtza bo Şamê piştî rakirina sizayên Yekîtiya Ewropayê ji ser Sûriyê pêk hat ku di vê serdanê de li gel serokê Sûriyê Ehmed Şera jî civiya.
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




