Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Hûn qanûnên rejîma Beasê berdewam dikin

Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Hûn qanûnên rejîma Beasê berdewam dikin

PeyamaKurd- Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Federal da û wekî ragihandineke siyasî bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ew ragihandin ji rastiyên objektîf dûr e” û hate diyarkirin, “Wezareta Petrolê ya Federal bingehên hevpariya rastîn li ber çavan wernegirtine, ku Iraqa federal li ser wan hatiye damezrandin.”

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5ê Hezîranê bersiva ragihandineke Wezareta Petrolê ya Federal da û ragihand, “Ragihandina Wezareta Petrolê ya Federal careke din siyasî ye û li ser eynî rêbazê berdewam dike ku û şkestinên xwe ku ji encama bicihanîna siyaseta navendî rûbirû bûye kirine sûçên Herêma Kurdistanê û qet bingehên  hevpariya rastîn li ber çavan wernegirtine ku Iraqa Federal li ser wan hatiye damezrandin.”

Wezareta Kurdistanê ji bo Wezareta Petrolê ya Federal got, "Hûn in ku eşkere û berdewam destûrê binpê dikin. Hûn bi salan e ku astengiyan li pêşiya pejirandina qanûna federal a petrol û gazê çêdikin, ku kevirê bingehîn ê çareserkirina hemî pirsgirêkên têkildarî petrolê temsîl dike. Hûn sîstema qanûnên rejîmên berê berdewam dikin, ku ji qanûnên partiya Be’sê pêk dihat, ku navendîtî hebû, lê ew serdem bi dawî bû. Qanûna sala 1976ê eşkeretirîn qanûnên Partiya Be’sê bûn, ku bi eşkereyî li dijî bingehên sîstema federal û bendên destûrî yên destûra niha ya Iraqê ne."

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a ragihandina xwe de gotiye, "Hûn bi awayekî sîstematîk li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê siyaseta birçîkirinê dimeşînin û we mûçe û debara wan biriye. Ev jî binpêkirina mafên herî sereke yên mirovan e û binpêkirina herî mezin e. Ev siyaseta we ya sîstematîk ji bo bicihanîna plana cudakariyê ye, ku berevajî destûrê ye û ev jî mezintirîn binpêkirin e.”

Wezaretê zelal kir, “Tohmetên Wezareta Petrolê ya Federal ên li ser qaçaxçîtiya petrola Herêma Kurdistanê bizaveke eşkere ye ji bo paşguhkirin û dûrxistina balê ji pêvajoyên qaçaxçîtîyê û gendelîyê li deverên cuda cuda yên Iraqê.” Tekez jî kiriye, "Hûn petrola başûrê Iraqê bi qaçaxî dibin û hûn hemî rengên gendelîyê dikin. Raportên navxweyî û yên biyanî şahidiyê li ser rêjeya îsraf û gendelîyên we didin. Li şûna xizmetkirina Iraqê û gelê wê, hûn xizmeta berjewendiyên aliyên din dikin û wesa jî we zirar daye navûdengê Iraqê û gelê wê."

Herwiha hate tekezkirin ku Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi cih anîne tevî ku aliyê beranber erk û berpirsiyariyên xwe yên destûrî bi cih neanîne.

Di berdewamê de hate gotin, "Dema ku hûn Herêma Kurdistanê ji ber zêdehiya OPECê berpirsyar dikin, şaşiya we ye, ji ber ku hûn li ser navê petrola Iraqê petrola xelkê din difiroşin. Li gorî destûrê, mafê Herêma Kurdistanê heye ku berhemanîna petrolê du qatî niha zêde bike. Me wekî Wezareta Samanên Xwezayî zêdetirî 11 milyon bermîlên petrolê ji we re şandine, lê we dînarek jî li beranberî wê yekê ji Herêma Kurdistanê re neşandiye, ku ev binpêkirinek eşkere ya lihevkirin û pabendbûnên darayî ye."

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.