SOHR: Di 24 saetan de li Sûriyê 9 kes hatin kuştin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nav 24 saetan de li Sûriyeyê 9 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.
Li gorî SOHRê Derayê cenazeyên 2 ciwanên ji gundên Koya û Bêt Are yên herêma Yermûk a gundewarê Derayê hatin dîtin. Hate diyarkirin, ew bi guleyan ji aliyê komeke çekdar ve li gundê Cilîn ê rojavayê Derayê hatine kuştin ku kujer nehatine naskirin.
Li Laziqiyê jî 2 ciwan, ji wan yekî xwediyê pêdiviyên taybet hatin kuştin. Cenazeyê ciwanekî din jî yê ji gundê Betmûş hat dîtin ku bi guleyan hatiye kuştin. Ew ciwan di dema biserdegirtina hêzên desthilata Şamê ya li gundê Bêt Ana û Daliye yên gundewarê Ceblê de hatiye kuştin. Di wê serdegirtinê de hêzên desthilata Şamê bi dehan mal, dibistan, navendeke bazirganiyê û navendeke werzîşê şewitandin.
Li Himsê di encama pevçûna çekdarî ya 2 malbatan de li gundê Mehîn ê rojhilatê Himsê, kesek hat kuştin.
Li taxa Wadî El Deheb jî ciwanekî ku hêzên desthilata Şamê berî çend rojan ew revandibû, hate diyarkirin ku di bin îşkenceyê de can daye.
Ciwanê bi navê Yûsif El Tewîl ê ji gundê Barûha yê herêma Telkelex a rojavayê Himsê ku berî çend rojan ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da.
Di encama teqîna bermahiyên şer de li herêma Cezel El Setih El Ebyed a gundewarê Himsê welatiyek birîndar bû û veguhestin nexweşxaneyê.
Li Derayê welatiyekî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê ku bi şaştî gule ji çekê xwe barandibû, xwe kuşt.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de rewşa mirovî li Sûriyê têk çûye û bûyerên tundiyê û kuştinê jî zêde bûne.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




