WSJ: Îran sîparîşa perçên hilberîna fuzeyan da Çînê

WSJ: Îran sîparîşa perçên hilberîna fuzeyan da Çînê

PeyamaKurd – Medya Amerîkayê ragihand ku ji bo Îran kapasîta xwe ya leşkerî û fuzeyan xwurt bike, bi hezaran ton malzemeyan ji Çînê kiriye. Wê sîparîşên Îranê di çend mehên pêşiya me de, bigihê destê Îranê.

Rojnama Amerîkî Wall Street Journal agahiyên ku ji çend çavkaniyan bidest xistiye, belav kir. Li gor agahiyên WSJê da, Îran bi hezaran ton alavan ji çînê kiriye. Di nav alavan de wekî ardûya fuzeyan amonyum perklorat jî heye.

Malzemên navborî ji aliyê şîrketa Îranê ya bi navê Raf Novin Ticaret de, ji şîrketa Hong Kongî ya Çînê ya bi navê Lion Commodity Holdings kiriye.

Çavkaniyên ku bo medya Amerîkayê axifîne, dibêjin ku miqdarê amonyum perkloratê ya ku ji Çînê kiriye têra hilberîna 800 fuzeyên balistik dike. Wê qismek ji wan fuzeyan bidin Hûsiyên Yemenê û grûbên çekdar yên weka wan yên girêdayê Îranê û ev texmîne.

Medya Îsraîlê dibêje ku niha di destê Îranê de li dora 3 hezar fuzeyên balistik hene.

Li gor raporê; ji orta meha Sibata borî heya dawiya Adarê, Îranê ji Çînê têra hilberîna 260 fuzeyên menzîla wan navçe sed ton sodyum perklorat kirî bû.

Li gor agahiyên çavkaniyan, hinek ji alavên navborî di meha Nîsanê de di şewata Bandar Abbasê ya lîmana Şehîd Recai de îmha bûbû.

Wezareta kar û barên derve ya Çînê di rêya berdevkê xwe de, mijarê red kiribû.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.