Avîgdor Lîeberman: Netanyahû xayîn e, çekan dişîne Xezeyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû roja Şemiyê ragihand ku ew piştgiriya çekdarî dide komeke li Şerîda Xezeyê ku li dijî Hemasê şer dike. Ev kom ku ji hêla Yaser Ebû Şebab ê ji eşîra Tarabînê ve tê rêvebirin, li gorî medyaya Îsraîlî û Filistînî, bi armanca rizgarkirina leşkerên Îsraîlî û birêxistinkirina herêmê hatiye avakirin.
Avîgdor Lîeberman, serokê partiya Yisrael Beiteinûyê, di hevpeyivîneke televizyonî de Netenyahû bi xiyanetê tawanbar kir û got ku hikûmet çekan dişîne ji bo “sûcdarên li Xezeyê”. Lîeberman îdia kir ku ev yek xetereyeke mezin e.
Netanyahû jî di bersivê de got:
“Tiştê ku min kiriye li ser şîreta rayedarên ewlehiyê ye. Çi xelet e ku komeke li dijî Hemasê li Xezeyê were destekkirin?”
Wî her weha destnîşan kir ku wê komê hejmareke baş ji leşkerên Îsraîlî rizgar kiriye û cenazeyên hinan vegerandine.
Li gorî agahiyan, ferman hatiye dayîn ku hêzên Îsraîlê koma Yaser Ebû Şebab ji nû ve çekdar bikin da ku alîkariya rizgarkirina leşkerên din bikin û Xezeyê biparêzin.
Netenyahû diyar kir ku bi saya agahiyên vê komê, Îsraîlê kariye “derbeyeke kujer” li Hemasê bide û çend leşkerên xwe ji destê wan rizgar bike.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.