Li navça Bodrumê agir bi konteyniran ket

PeyamaKurd – Li navça Bodrumê di şantiya karkeran de şewat derket û nêzî 30 konteynir zerarê dîtin. Bi sedema cejna Qurbanê karker ne di konteyniran de bûn. Lewra zerara canî çênebû. Konteynir di şantiya înşaatekî de bûn.
Tê texmînkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye. Tîmên îtfaiyê 2 seetan bi agir re têkoşiya û karibûn agir vemirînin.
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.