Li Afganistanê efûya giştî hat dayîn

Li Afganistanê efûya giştî hat dayîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê demkî yê Afganistanê Molla Muhammed Hasan Ahund ragihand ku ew efûya giştî îlan dike. Ahund bang kir ku piştî guherîna 15ê Tebaxê sala 2021an, piştî guherîna îdara Afganistanê ew xelkê Afganî yên ku çûne derveyê welat wan efû kiriye û dikarin dagerin welatê xwe.

Ahund, bi sedema hatina cejna Qurbanê ragihand ku ew kesên berya desthilata wan, çûne derveyê welat dikarin dagerin welatê xwe, serbestin werin mala xwe û wê kes zerarê nede wan. Ahund weha got:

“Dagerin ser axa welatê bav û kalên xwe û di halê aşîtiyê de bijîn.”

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.