Di nav salekî de şîrketên sanayiyê yên Almanya 101 hezar karkeran ji kar derxist

Di nav salekî de şîrketên sanayiyê yên Almanya 101 hezar karkeran ji kar derxist

PeyamaKurd – Şîrketên sanayiyê yên Almanyayê ji ber nezelaliya DYAyê ya di aboriya dinyayê de û daxwazên kêm yên bazara Yekîtiya Ewrûpayê, heya niha 50 hezar karmendan ji kar derxistine û bendene ku 70 hezar karkerên din jî ji ser karên wan derxin.

Şîrketa kontrol û şêwrê ya navdewletî EY, di mijara îstîhdamê de raporekî belav kir û herî zêde sektora otomobîlê ji rewşê bandora neyînî girtiye. Sektor heya niha 45.400 karkeran ji ser karên wan derxistiye.

Di sektora otomobîlê de di nava salekî de îstîhdam %6 kêm bûye. Di seha tekstîl û metalê de %4 kêmbûn heye. Di sektora kîmya û derman de %3 kêmbûn heye.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.