Li Misircê 350 donum genim şewitî

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Misircê agir bi debra genim ket û di encamê de 350 donum genim şewitî. Ji bo vemirandina agir gundî mudaxeleyê şewatê kirin û paşî tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.
Sedema derketina şewatê nehat zanîn lê agir vemirandin. Ji bilî zerara maddî ti zerara canî çênebû.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




