Li Çewlîgê otomobîlek qulibî: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê û Diyarbekirê, nêzî gundê Warê Merge (Yayla) otomobîla ajokar Azad G. kontrol winda kir, qulipî û kete xendekê.
Sîstema banga awarte ya otomatîk tîmên tenduristiyê, agirkujiyê û polîsan agahdar kir.
5 kesên asê di otomobîlê de mabûn hatin rizgarkirin û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênî. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û lêpirsîna li ser qezayê didome.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.





