Îranê bi hezaran ton materyalên mûşekên balîstîk ji Çînê siparîş kir

Îranê bi hezaran ton materyalên mûşekên balîstîk ji Çînê siparîş kir

PeyamaKurd – Li gorî Rojnameya Wall Street Journalê, Îranê bi hezaran ton amonyûm perklorat ji Çînê siparîş kirrî ji bo berfirehkirina cebilxaneya xwe ya mûşekên balîstîk, di dema danûstandinên navokî yên bi Amerîkayê re.

Barkirin, ku dikarin ji bo 800 mûşekan bên bi kar anîn, dibe ku hin ji wan ji Hûsiyên li Yemenê re bên şandin. Ferman bi rêya şîrketeke Hong Kongê hatiye dayîn.

Amerîkayê cezayên nû li ser kes û saziyên têkildar ferz kirine, lê piştgiriya Çînê ji bo bernameya nukleerî ya Îranê hîn jî nîgeranî ye. Barkirinên berê yên sodyûm perkloratê jî ji bo mûşekan hatibûn şandin, û teqîneke di Nîsanê de li bendera Îranê bi van materyalan ve girêdayî bû.

 

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.