Li Dera ya Sûriyê du polîs hatin kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 5ê Hezîranê termên du endamên Polîsên Hateçûnê yên Sûriyê li gundewarê Derayê hatin din,
Li gorî zanyariyan îro danê sibehê, termên 2 polîsên hateçûnê li nêzîkî bajarokê Cilîn yê Derayê hatin dîtin ku ji aliyê hin kesên nenas ve hatine kuştin.
Herdu polîs ji gundên devera Hewda Yermûk ya li gundewarê Derayê ne, û nediyar e ku kê ew kuştine.
Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Derayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew vê tawanê şermezar dikin û wê bê ceza nemîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew ê lêkolînê li ser kesên ev tawan kirine bikin û wan pêşkêşî dadweriyê bikin da ku bigihin cezayê xwe.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




