Senator Lankford: Ji bo şirketên Amerîkî weke Kurdistanê biçin Iraqê divê milîs nemînin

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî James Lankford, girîngiya peymanên Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re bibîr xist û got: “Civîna me ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Amerîkayê pir girîng bû.”
Senatorê Amerîkî destnîşan kir, “Îmzekirina peymanên warê enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî de jî pirbiha bû, ji ber ku em dixwazin li Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraqê bi giştî veberhênanê bikin, em dixwazin xelk li ser wan peymanan hevgirtî be.”
James Lankford ji K24ê re gotiye, "Yek ji astengiyên li pêşiya veberhênanê hebûna milîsên li Iraqê ye. Ji bo ku şîrketên Amerîkî mîna Herêma Kurdistanê biçin Iraqê jî divê milîs nemînin."
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




