Rûsya: Em dixwazin danûstandina HSD û Şamê dewam bike

Rûsya: Em dixwazin danûstandina HSD û Şamê dewam bike

PeyamaKurd- Nûnerê Rûsyayê yê Daîmî di Neteweyên Yekbûyî (NY) de Vassily Nebenzia, ragihand ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û deshilata veguhêz a Şamê de berdewam bikin.

Nûnerê NY yê Rûsyayê Nebenzia li ser pirsa “Hûn li ser danûstandinên di navbera HSD û Şamê de çi difikirin?” got: “Em dixwazim danûstandin berdewam bikin.”

Li aliyê din raportorên Neteweyên Yekbûyê jî diyar kirin, deshilata qonaxa veguhêz a Sûriyeyê bi pisporên Neteweyêên Yekbûyî re di nav têkilîyê de ye û karên wan berdeam dike ji bo dawî li çekên kîmyawî were.

Herwiha Konseya Ewlekariyê ya NY jî hem ji pisporan û hem jî ji rêveberiya demkî ya Sûriyeyê xwest ku vê meselê di demek nêzîk de êdî çareser bikin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.