Otomobîlekî lastîka wê teqiya: 1 mir û 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Bismilê otomobîlekî lastîka wê teqiya û li dîwarê benzînxaneyekî xist. Di encamê de kesekî mir û 6 kes birîndar bûn. Kesa di qezayê de can da Gazal Kayıhan (59) bû û 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza, berya nîvro li ser rêya Bismilê li gundê Çeltikliyê qewimî. Piştî tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




