Di şewata apartmana Diyarbekir de 4 kes mirin ku 3 ji wan zarok in

Di şewata apartmana Diyarbekir de 4 kes mirin ku 3 ji wan zarok in

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amedê) li navça Peyasê (Kayapınar) li taxa Fıratê di apartmanekî sîta Rojava de, di qata 13an de şewat derketibû. Bi sedema dûmanê kes nedidît ku ji derenca dakeve jêr û tîmên îtfaiyê karibûn 38 kesan ku yek ji wan bebek bû, di rêya vîncê de ji nav agir rizgar bikin.

Parêzgerê Diyarbekirê Murat Zorluoğlu ragihand ku kesên ji dûmanê zerarê dîne, ji wan 17 kesan şandine nexweşxanê û di encamê de 3 heb zarok bi tevahî 4 kes jiyana xwe ji dest dane.

Heya niha sedema derketina şewatê behatiye zanîn ji ber ku îtfaiye bi rizgarkirina û vemirandina agir bilî bû. Rapor dê paşî bê amadekirin û îtfaiye di mijarê de, dê fikra xwe ya pisporî aşkera bike.

Niha agir bi temamî hatiye vemirandin û sarkirina germahiya apartmanê ya ji ber şewatê dewan dike.

Ev nivîs 137 car hatiye xwendin.