Parlementoya Iraqê: Neşandina mehaneyan yên Herêma Kurdistanê li dijî destûrê ye

PeyamaKurd – Serokatiya Parlementoya Iraqê ragihand ku Wezareta Darayî ya Federal birîna mehaneyên karmendên Herêma Kurdistanê û neşandina mehaneyan, li dijî destûra Iraqê ye û ji van kiryaran bi endîşe ne.
Serokatiya Parlementoyê ragihand ku biryar zerara mezin dê bide hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û bibe sedema krîza aborî. Kiryarên wezareta darayî ya Federal li dijî biryarên dadgehane û destûra Iraqêye ku mafên hemwelatiyan dixe bin garantiyê.
Serokatiya Parlementoya Iraqê bang li hukumetê kir ku di nêzîkbûna wexta cejna Qurbanê de, biryarê ji nûh de di ber çav de derbas bike. Di daxwuyaniyê de serokatiya parlementoyê got:
“Çavkaniyên debara hemwelatiyan û mafên wan divê bi mijarên siyasî û teknîkî re tevlihev nekin. Ji bo çareseriya vê mijarê û pirsgirêkên din, divê rêya diyalogê bê bijartin.”
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




