Rûsyayê bi dronên bêmirov êrîşî Kîevê kir!

PeyamaKurd – Di êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser paytexta Ukraynayê Kîevê de ku bi karanîna balafirên bêpîlot (UAV) pêk hat, çar kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.
Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku artêşa Rûsyayê bi droneke bêpîlot êrîşek li ser paytextê pêk aniye.
Klitschko got, li gorî agahiyên heyî, ji ber êrîşê li navçeyên cuda yên Kîevê çar kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne û herwiha xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Ji aliyê din ve, Şaredarê Lutskê yê Ukraynayê Igor Polişuk li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir ku di êrîşa moşek û balafirên bêmirov ên Rûsan a li ser bajêr de 5 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê de, hate tekezkirin ku xetera êrîşên moşekî û balafirên bêpîlot ên li dijî deverên cuda yên welêt berdewam dike.





