Îsraîlê êrîşên hewayî bir ser başûrê Beyrûdê

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên hewayî birine ser başûrê Lubnanê, ser devera Dahiye. Artêşa Îsraîlê ragihandina xwe nivîskî kir û tê de got ku êrîşê birine ser devera Dahiye ku li wê deverê Hîzbûllah li çend ciyan di tesîsan de hilberîna balafirên bêmirov (drone) dikin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di ser hesabê xwe yê medya civakî de, di parvekirina xwe de gotibû k uli başûrê Beyrûdê, li deverên li Hades, Hureyk û Burc el-Baracine 4 avahiyan îşaret kirine.
Adraee, li deverên navborî ji xelkê xwestibû ji ber di 4 avahiyan de tesîsên aîdê Hîzbûllahê hene, di wan de dronan çêdikin, xwestibû ku avahiyan vala bikin.
Ji ber Hîzbûllah di nav xelkê de hilberîna hinek çekên wekî dronan dike, dema Îsraîl êrîş dibe ser wan deveran, zerar digihê xelkê der û dorê jî.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




