Amerîkayê ceza li ser dadwerên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ferz kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku çar hakimên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) bi tohmeta binpêkirina serweriya Amerîka û Îsraîlê xistine lîsteya mueyîdeyan.
Rubio li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X postek li ser cezayan parve kir.
Rubio diyar kir kir ku divê hedefgirtina "bê bingeh û siyasî" ya Amerîka û hevalbendê wê yê nêzîk Îsraîlê ji hêla Dadgeha Cezayê Navneteweyî (ICC) ve bi dawî bibe, got: "Îro, min ji ber binpêkirina serweriya Amerîka û Îsraîlê ceza li ser çar dadwerên ICC ferz kirin."
Rubio îdia kir ku du ji wan dadgeran "lêpirsînên bê bingeh" li ser personelên Amerîkî li Afganistanê destûr dane, di heman demê de du yên din "fermanên girtinê yên neqanûnî" li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant derxistine.





