Bahçelî: Piştî betlaneyê erkê girîng dikeve ser milê Parlamentoyê

Bahçelî: Piştî betlaneyê erkê girîng dikeve ser milê Parlamentoyê

PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçelî piştî serdana goristanê axivî û got, "Divê qanûnên derbeyê bên hilweşandin. Piştî cejnê, erkê girîng dikeve ser milê Parlamentoyê."

Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi boneya Cejna Qurbanê serdana gora serokê damezrîner ê partiya xwe Alparslan Turkeş kir. Bahçelî piştî serdanê daxuyaniyek da û bal kişand ser Destûra Bingehîn a nû û got, "Piştî cejnê erkê girîng ê Parlamentoyê heye."

Bahçelî ev tişt gotin: "Cejna îro ji demên bi êş wêdetir e. Divê hemû partiyên me yên siyasî pêvajoyek wisa hembêz bikin, divê ne hewce be ku rageşiya civakî çêbibe. Divê qanûnên darbeyê werin hilweşandin. Piştî cejnê, erkê girîng dikeve ser milê Parlamentoyê. Bi daxuyaniya serokê damezrîner Abdullah Ocalan, biryara hilweşandina PKKê û danîna çekan hate dayîn."

 
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.